14 August 2026 - 23:59
Source: Roj News
CENTCOM: Em neçarin şer dijî Îranê destpê bikin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul-beyt (s.x)– ABNA – FermandariyaNavendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) banga destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna êrişên hevbeş li gel Îsraîlê û wêrankirina jêrxana stratejîk a Tehranê kir.

Li gorî raporeke Kanala 13 a Îsraîlê, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di serdana xwe ya ji bo Tel Avîvê de û di hevdîtina xwe ya li gel Serokerkanê Giştî û fermandarên bilind ên artêşa Îsraîlê de ragihandiye ku dibe ku ti vebijarkeke din li pêşiya Washingtonê nemîne ji bilî destpêkirina şer li dijî Îranê.

Amîral Brad Cooper ragihandiye ku lêdana jêrxana stratejîk a Îranê ku kerta neft, gaz û elektrîkê jî di nav de, dê hevsengiyê biguherîne. Bi gotina Cooper, Tehran bêyî zextêên bi vî rengî yên tund helwestên xwe naguhere.

Her wiha Amîral Brad Cooper bal kişandiye ser wê yekê ku di egera serhildana dubare ya pevçûnan de, dê Amerîka pêwîstî bi hevkarî û pêkanîna êrişên hevbeş li gel Îsraîlê hebe.

Your Comment

You are replying to: .
captcha